Folklor û mîtolojiya rehên ziman û miletan in ku bi qasî geşbûna destan, efsane û hikayetan ew milet dertêne ser rûyê dinyayê. Destana Memê Alan yek ji wan e ku rehên wê hezar sal in. Wekî di Şahnameya Kurdî de behsa Rustemê Zal bi çendîn cûreyan tê kirin, her wisa destana Memê Alan jî bi çend şiklan hatiye gotin û bi dengbêjkî jî hatiye stran. Her wisa di zargotina Kurdan de nexasim Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl û helbet Qanatê Kurdo ev destan jî qeyd û zebt kirine çawa ku Roger Lescot ji çend ...